1. romana wî ya "êvara perwaneyê" ya kû besam mustafa wergerand kurmancî gelek hat hezkirin. bi rastî jî rromanek zêde zêde xweş e |
|
27.07.2013 23:56 |
arami
|
2. nivîskarek hêja ye.li ser pirtûka wî ya bi navê ''apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir.''min şîroveyek nivisîbû ku ez niha nabîn im li kur e. |
|
29.07.2013 23:11 |
gulan
|
3. li gorî malpera bas-newsê ji aliyek çend kesên ku bav û nasnameyên wan nediyar ji ber ku li dijî 'şewitandina kitêban û lêdana li hemberî kemal seyîd qadir' derketiye û di rojnameya basnewsê de gotarek nivîsandiye pirtûkeka wî bi avê de hatiye berdan.. li gorî salixên xwendekarî tê gotin ku kesên pirtûkên bextiyar elî bi avê de berdayîn anku avêtîn avê çend sûtal û beredayiyên moxol yên li kûçe û kolanên bexdayê bûne.. http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4678 |
|
30.07.2013 07:06 |
endazer
|
4. rexnegir haşim ahmedzade di pirtûka xwe a bi navê nasname û roman kurdî de destnîşan kiriye ku (bnr: bextiyar elî), ji 1990 an vir ve, di av xwendevanên kurd yên hem li kurdistanê û hem li diasporayê wek yek ji nivîskarên herî binavûdeng tê Qebulkirin. romanên wi yên dawîn li kurdistanê bi hezaran tên çapkirin. yek ji weşangerên wî yên li kurdistanê, ranj, bi bihayê romanên wî yên tê çapkirin sesaneyek pirr zêde da wî ku heta vêga li kurdistanê ev tiştek bêemsale. ev cara yekem e ku bo romannusekî kurd bi awayekî fermî ji bo nivîsê pere tê dayin. |
|
14.09.2013 14:51 |
seydayê_peyvan
|
5. bextiyar elî li stanbolê Yê bawerim ewê tevlî tuyapê bibe. di be kû beriya wê jî hevpeyvînek li gel xwedevanan bike... |
|
23.10.2013 15:47 |
arami
|
6. şêrzad hesen ji bo romanên bextiyar elî wiha dibêje:di nav pêncî romanên wêjeya yên herî zêde tên teqdîr kirin de bên bicihkirin |
|
15.05.2014 13:23 |
newenda
|
7. Nivîskarê ku li mêrdîn, amed û stenbolê bi xwendevanên bakûrî re tê li cem hev. |
|
25.02.2015 02:46 |
diclefirat
|
8. nivîskarê ku dê van rojan bê stenbolê le hê nizanim, ya rastî ne diyar e dê kîja rojê were.. |
|
27.02.2015 19:22 |
ferhenga şikestî
|
9. Di heman demê de rewşenbîrekî mezin e jî, li ser desthilatdariya vêga li başurê kurdistanê viha dibêje "Aya ême dij be dîktatorin ya dij be diktatiyoret in?" li tv nrt Here lînkê |
|
30.03.2015 23:41 |
pîremegrun
|
10. Nivîskarê xwediyê xelata 2014 an a Festîvala Endêşe yê. Îsal jî wî bi xwe xelat pêşkeşî Helîm Yusiv kir. Festivala Endêşe yek ji festîvalên girîng ya edeba Kurdî ye. Ji aliye weşanxaneya Endêşe ku li başure Kurdistanê bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin. Her wiha kitabxaney Endêşe kitabxaneyya herî mezin a pirtûkên Kurdî ye. |
|
19.11.2015 23:01 |
pîremegrun
|
11. hevalno kesekî ku ji xêra xwe ra dikare pirtûkên bextiyar elî diyarîyê min bike bila ji kerema xwe peyamekî bişîne (van rojan bê pere me û naxwazim van pirtûka bidizim) |
|
06.12.2015 03:22 |
mahîr amed
|
12. Nivîsek têr û tije derbarê wergera romana wî ya almanî ya bi navê hinara dawî ya dinyayê de hatî weşandin. |
|
10.06.2016 12:04 |
xewnname
|
13. tenê min pirtûka wî êvara perwaneyê xwend. ev pirtûk têrê kir têbigîhim ku nivîskareke gelek serkeftî û hêja ye. |
|
16.02.2017 17:50 |
nazim tolhildan
|
14. gava ez wêjeya me û ya îrlandîyan a 'demekê' didim ber hev dilrihetî dikarim vê bêjim: her du jî dûrî navenda wêjeya pîyaseyê ne (ji pîyaseyê mebest bêxwedîbûn, bêdewletbûn û bêyî ku bazareke navendî hebe). ev ne girêdayî biqalîtebûn û bêqalîtebûnê ye. girêdana vê yekser bi dûrbûna wêjeya cîhanê re heye. bi gotina pascale casanova ''komara wêjeyê'' re peywendîdar e rewşa wêjeya me. û wekî casanova di vê fikra xwe de çareseriyê wisa destnîşan dike: wêjeyên dûrî navendê divê tavilê werin wergerandin da ku daxilî wêjeya cîhanê bibin. û lê zêde dike heta daxilî komara wêjeyê nebin ne pêkan e ku werin nasîn. |
|
24.06.2017 16:08 |
tizbîkêş
|
15. nivîskarê ku li germany xelata herî mezin a wêjeyî (li gor basnewsê) "nelly sachs" standiye. ev xelat ji alîyê dezgeha wêjeyî ya bajarê dortmondê ve du sala carekî didin nivîskarên navdar. îsal jî nivîskarê me ev xelat wergirtiye. |
|
09.09.2017 14:39 |
xendekî
|
16. xelata îsal a Nelly Sachs wergirtiye. Pîroz be. |
|
11.12.2017 13:36 |
cinorek
|
17. li stenbolê berhema wî ya "bajarê mosîqarên spî" ji aliyê Weşanên avesta bi wergera şehab xalidî çap bû û li qamişloya dilan jî berhema wî ya fikrî "xwînerê kujer" ji aliyê weşanên neqş û avayê bi wergera besam mistefa çap bû. |
|
28.01.2022 21:41 ~22:10 |
ezcan
|
18. şayanî xelata hilde domin a 2023an hatibû dîtin, do bi merasîmeke fermî ya şaredariya heidelbergê xelat ji cenabê wî re hat pêşkêşkirin. pîroz be! Here lînkê |
|
13.03.2024 21:23 |
tizbîkêş
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |